Çarşema Sor dê bi şahiyekê were pîrozkirin

Êzidiyên li herêma Cizîrê wê Çarşema Şor bi şahiyekê li gundê Dugirê yê bajarê Amûdê pîroz bikin.

Çarşema Sor dê bi şahiyekê were pîrozkirin
14 nîsan, 2026   15:03
QAMIŞLO

Sibe (15 Nîsanê) Çarşema Sor anku sersala civaka Êzidî ye. Bi vê boneyê amadekariyên lidarxistina şahiyekê tên kirin.

Êzidiyên li herêma Cizîrê wê roja înê (17 Nîsan 2026) şahiyekê li gundê Dugirê yê bajarê Amûdê li dar bixin. Pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan dê tev li pîrozbahiyê bibin.

Şahî dê ji saet di 10.00'an dest pê bike û saet 14.00'an bi dawî bibe. 5 komên muzîk û govendê û 4 hunermend ên ji herêma Cizîrê dê beşdarî pîrozbahiyê bibin.

Kom û hunermendên beşdar dibin ev in; Koma Şehîd Avêsta, Koma Şehîd Farûq, Koma Şehîd Mam Zekî, Koma Şehîd Êzda û Koma Eremen û Danîş Botan û Nisrîn Botan.

(ex/bb)

ANHA