‘Çareserî li Îmraliyê ye’

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan Mesûd Bozî têkildarî hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re axivî û got “Çareserî li Îmraliyê ye.”

‘Çareserî li Îmraliyê ye’
18 ÇILE, 2025   09:29
KOBANE
SARIYA ŞÊXO

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Mesûd Bozî têkildarî hevdîtinên ku bi Rêber Abdullah Ocalan re ji ajansa re axivî.

Mesûd Bozî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan rêya çareseriyê ji cîhanê re nîşan daye, ji ber vê divê li gorî nirxandinên wî, tevahî pirsgirêk bên çareserkirin û got: “Aloziya ku niha li Rojhilata Navîn diqewime, her ku diçe mezintir dibe û kûrtir dibe. Di cîhanê de mafên mirovan tên binpêkirin û parçebûn çêdibin, ji ber vê yekê kesên ku parêzname û perespektîvên Rêber Abdullah Ocalan xwendiye, xwedî fikir û ramanê azad in.”

Di berdewama axaftinê xwe de Bozî anî ziman ku çareserî li Îmraliyê ye û got: “Rêber Apo dibêje li gorî rastiya civakan her kes dikare bi rengekî wekhev bi hev re bijî.”

Bozî destnîşan kir ku dewleta Tirk her tim dixwaze qirkirinê di nava gel de çêbikin û gel her tim di nava aloziyan re derbas bikin û wiha domand: "Lê ew civaka li ser doza rastiyê û îradeya azadiyê nas kiriye bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ve, wî hiştiya ku ev gel xwe nas bike û mefê xwe yê ku hetiye çewsandin ji nû ve vejîn bike.”

`PÊDIVIYA VAN PIRSGIRÊKAN BI RÊBER APO HEYE`

Mesûd diyar kir ku rêya çareseriya pirsgirêkên di Rojhilata Navîn de, li gel Rêber Abdullah Ocalan e û got: “Rêya çareseriya girsgirêkên di tevahî cîhanê de çereseriya wê li gel Rêber Apo ye. Rêbertî ew xalên ku ji me re nîşan diya, divê li gorî wan xalan ev alozî bên çareserkirin, Rêber Apo serbest bê berdan. Heger ku em bixwazin aramî û aştî li cîhanê pêk were divê bi rengekî wekhev û edalet Rêber Apo bê berdan, ji ber ku pêwîstiya van pirsgirêkan bi Rêber Apo heye.”

`EM AZADIYA RÊBERÊ XWE DIXWAZIN`

Mesûd Bozî da zanîn ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bibe û got: “Em azadiya Rêberê xwe dixwazine, azadiya wî rêya çareseriyê ye. Divê êdî Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe. Êdî divê Rêber Apo bi awayekî serbest bê berdan. Kesên ku fikir û felsefeya Rêbertî nas kiriye û li ser fikrê wî dimeşin mafê xwe nas kir û bûn xwedî hebûn û nasname.”

ANHA