Birîndarên êrişa artêşa Tirk: Vîna me têk naçe, em ê dîsa herin bendava Tişrînê

Kesên ku di bombebarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de birîndar bûne, destnîşan kir ku ew ê bi vîneke xurt berxwedana xwe bidomînin.

Birîndarên êrişa artêşa Tirk: Vîna me têk naçe, em ê dîsa herin bendava Tişrînê
Birîndarên êrişa artêşa Tirk: Vîna me têk naçe, em ê dîsa herin bendava Tişrînê
Birîndarên êrişa artêşa Tirk: Vîna me têk naçe, em ê dîsa herin bendava Tişrînê
Birîndarên êrişa artêşa Tirk: Vîna me têk naçe, em ê dîsa herin bendava Tişrînê
19 sibat, 2025   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana xwe ya qehremanî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bi vîneke xurt didomîne.

Di 17’ê Çileyê de karwanek ji kantona Cizîrê ji bo ku tev li çalakiya li bendavê bibe, bi rê ket, lê roja din 18’ê Çileyê bi awayekî hovane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rastî êrişa hovane hat û di encamê de 6 şêniyên ku di nava wan de şanoger Bavê Teyar jî hebû, şehîd bûn û bi dehan kes jî bi giranî birîndar bûn.

Ji birîndaran şêniya bi navê Roj Bedran (20 salî) ya ji bajarê Amûdê der barê mijarê wiha got: “Bendav û derdora wê topbaranê kirin. Ez ji zikê xwe bi giranî birîndar bûm û bi birîndarên din re rakirim nexweşxaneyê. Lê bi rê de balafirên dagirkeran dîsa êrişî me kir.”

Roj Bedran tevî êşa xwe jî bi vîneke xurt dibêje: "Dagirkerî vîna me naşikîne û ger ez sax bibim ez ê ji bo piştgiriya gel û parastina xaka xwe vegerim bendavaê.”

Rojda Osman a 25 salî ya ji gundê Sihil ê bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê jî di 17’ê Çileyê de dema ku bi dayika xwe re diçû bendava Tişrînê, di encama topbarana dewleta Tirk a li ser karwanê şêniyan de, bîrîndar bû. Rojdayê got: "Min biryar da ku bi dayika xwe re herim bendava Tişrînê, ji ber ku ez di wê baweriyê de bûm ku ev qonax hewce dike ku em hemû seferber bibin. Dagirkeriya Tirk êrişî her kesî kir, lê tevî êrişan jî em ranewestiyan, me rêya xwe ber bi bendavê ve domand.

Rojda Osman tekez kir ku morala wan gelekî bilind bû û her kesî dît ku parastina bendavê erkeke pîroz e û got: "Em amade ne têkoşîna xwe dewam bikin, eger ez careke din birîndar bibim jî, ez ê vegerim bendava Tişrînê û beşdarî parastina destkeftiyên xwe bibim."

LINGÊ WÎ HATE BIRÎN

Şêniyê bi navê Mihemed Mehmûd ê ji bajarokê Mustefawiyê yê girêdayî bajarê Girkê Legê ji ber êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî nobedarên li bendava Tişrînê lingê wî hate birîn.

Di 19’ê Çileyê de Mihemed Mehmûd û şêniyên bajarokê xwe ji bo tev li çalakiyê bibin ketin rê, lê artêşa Tirk a dagirker bombe li karwanê wan barand û di encamê de birîndar bû û lingê wî hat birîn.

Mihemed Mehmûd wiha got: "Windakirina lingê min di dema parastina bendavê de ji bo min rûmet e, ez berxwedanê bernadim.”

Mehmûd destnîşan kir ku êrişên dagirkeriyê dê vîna wan têk nebin û wiha got: "Dagirker çi qasî êrişî me bikin jî dê nekarin vîna me bişikînin. Em ê li hemberî hemû êrişan rawestin.”

(k)

ANHA

dêrik

Tirbespiyê

amudê