Birîndarekî şewata girtîgeha Kobanê şehîd bû

Hejmara kesên di şewata girtîgeha bajarê Kobanê de şehîd bûne gihaşt 9‘an.

Birîndarekî şewata girtîgeha Kobanê şehîd bû
13 îlon, 2026   16:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanê bi navê Ehmed Eqîl ku di şewata duh a girtîgeha Kobanê de birîndar bibû, tevî hemû hewldanên bijîşkan şehîd bû.

Bi vê yekê hejmare kesên ku di şewata girtîgehê de şehîd bûne gihaşt 9‘an.

Dermankirina birîndarên din ên şewatê dewam dike.

(bb)

ANHA