‘Bilindkirina buhayên sotemeniyê welat ber bi xerabûnê ve dibe’

Şêniyên Çilaxa û gundewarên wê diyar kir ku bilindkirina buhayên sotemeniyê barê debara jiyanê ya şêniyan girantir dike, divê hikumeta veguhêz careke din biryara xwe li ber çavan bigire, sotemeniyê bi buhayên li gorî rewşa şêniyan dabîn bike. Şêniyan metirsiyên xwe anîn ziman û da zanîn ku domandina vê siyasetê dê welatê wan ber bi xerabûnê ve bibe.

‘Bilindkirina buhayên sotemeniyê welat ber bi xerabûnê ve dibe’
‘Bilindkirina buhayên sotemeniyê welat ber bi xerabûnê ve dibe’
‘Bilindkirina buhayên sotemeniyê welat ber bi xerabûnê ve dibe’
‘Bilindkirina buhayên sotemeniyê welat ber bi xerabûnê ve dibe’
‘Bilindkirina buhayên sotemeniyê welat ber bi xerabûnê ve dibe’
‘Bilindkirina buhayên sotemeniyê welat ber bi xerabûnê ve dibe’
‘Bilindkirina buhayên sotemeniyê welat ber bi xerabûnê ve dibe’
‘Bilindkirina buhayên sotemeniyê welat ber bi xerabûnê ve dibe’
15 îlon, 2026   15:52
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 13`ê Îlonê careke din buhayê sotemeniyê bilind kir û pê re jî buhayan kel û pelan, çûn û hatina di navbera bajaran de pir kêm bû. 

Ji bo şermezarkirina vê biryarê şêniyên Çilaxa rêya Dêrikê û Girkê Legê û rêya M4 girtin. Xwepêşandêran nerazîbûnên xwe li hember biryara hikumeta veguhêz nîşan dan.

Xwepêşandêrê bi navê Ehmed Hentel û Enes Mihemed da zanîn ku ew ji bo daxwaza mafê xwe yê sotemeniyê bi awayekî birêxistinkirî û bi buhayên adilane bikin, derketine xwepêşandanê, bilindkirina buhayan bi awayekî yekser bandorê li jiyana me ya rojane dike.

Xwepêşandêran destnîşan kir ku di vê qonaxê de bilindkirina buhayên sotemeniyê barê şêniyan zêdetir dike, bila girêdana bilindkirina buhayan bi sûkên derve neyê kirin, ev ji bo bilindkirinê nabe sedem, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran bîrên petrolê hene û ew jêdera tesîsên neftê ye.

Xwepêşandêran diyar kir ku ev siyasetên ku li hemberî gel tên kirin, rewşê xerabtir dike, divê hikumeta veguhêz biryarê li ber çavan bigire, sotemeniyê bi buhayên guncaw ji bo şêniyan dabîn bike.

Têkildarî nêzîkbûna zivistanê xwepêşandêran metirsiyên xwe anîn ziman û gotin: “Li gorî biryarên hikumetê, xuya ye ew ê mazota germkirinê belav nekin û dabîn jî nekin.”

(sb)

ANHA