Bijêşkekî Kurd xelata bijîşkî ya herî bilind li Rûsyayê wergirt

Bijêşkekî Kurd, ji ber afirîneriya xwe ya bijîşkî di warê emeliyeta mejî û sinirê de, xelata bijîşkî ya herî bilind a sala 2026'an li Rûsyayê wergirt.

Bijêşkekî Kurd xelata bijîşkî ya herî bilind li Rûsyayê wergirt
21 hezîran, 2026   23:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Bijêşkê Kurd û pisporê emeliyata zarokan Dr. Ronî Beha Mayî xelata bijîşkî ya herî bilind a sala 2026'an li Komara Rûsyayê, ji bo nûjeniya xwe ya pêşeng di emeliyata mejî û demarê (sinir) de, wergirt.

Dr. Ronî bi tîmê xwe yê zanistî re teknîkeke dermankirinê ya nû pêşve bibe ku li cîhanê ya herî nû ye ji bo dermankirina nexweşiya "kêmbûna dekarboksîlaza asîdên amînî yên bîhnxweş" a genetîkî ya kêm-peyda. Ev yek bi têxistina genên saxlem bo deverên taybet ên mejî pêk hat, ku ji bo zarokên ku bi astengiyên giran û çarenûseke nenas re rû bi rû bûn, hêvî vegerand.

Ev destkefta bijîşkî derîyên nû ji bo dermankirina nexweşiyên genetîkî yên dermanker vedike. Ev diyar dike ku aqilên bijîşkan li ser asta cîhanê dikarin xwedî afirînerî û jêhatîbûnê bin.

(fr)