Bi hezaran piştgiriya berxwedana li bendava Tişrînê kir

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û kesên nobetê li bendava Tişrînê digirin û ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan.

17 ÇILE, 2025   18:03
HELEB

Li ser bangewaziya Meclisa Malbatên Şehîdan bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê bi dirûşma "Piştgiriya berxwedana rûmetê ya QSD`ê li bendava Tişrînê bikin" ji bo piştgiriya berxwedana şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û kesên nobetê li bendava Tişrînê digirin, daketin qadan.

Şênî li pêşiya hola civînan a 8`ê Adarê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn û dest bi şemê kir.

Meş li herêma Cibênat rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Mîdye Miqdad axivî û got: "Em berxwedana QSD`ê û şervanan li bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê silav dikin."

Mîdye dewleta Tirk bi dewleteke dagirker wesifand û balkişand ser armancên wê ku dixwaze destkeftiyên gelan û şehîdan tune bike.

Di dawiyê de Mîdye got têkoşîna domdar a gelê Kurd û gelên azadîxwaz berdewam e û serkeftin para wê ye.

(şx)

ANHA