‘Bi hestên Bavê Teyar em ê herêmê biparêzin’

Desteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Bavê Teyar bi bîr anî û diyar kir ku dê bi hestên wî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin.

‘Bi hestên Bavê Teyar em ê herêmê biparêzin’
21 ÇILE, 2025   15:28
TEBQA

Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û hedefkirina nobedaran de daxuyanî da. Daxuyanî bi amadebûna endamên Navenda Çand û Hunerê, Desteya Çand û Şûnwaran a Kantona Tebqayê û hejmareke rewşanbîran hate dayîn. Di kombûnê wêneyên şanoger Cûma Xelîl (Bavê Teyar) ê di êrişa li ser bendavê de şehîd bûbû, hatin hildan.

Hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê Zîlan Umer daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker ji zêdetirî mehekê ve êriş dike û binesaziya herêmê û qadên sivîlan dike armanc. Hate gotin: “Berxwedana QSDˈê û ya gel a  li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê dîrokî ye. Dewleta Tirk a dagirker ji pêşberî çavê cîhanê komkujiyan dike. Lê tu kes van komkujiyan ranawestîne. Bêdengiya li hemberî êriş û komkujiyan destûr dide dewleta Tirk êrişên xwe bidomîne.”

Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku li hemberî van êriş û komkujiyan bi lez bikevin nava tevgerê û hate gotin: "Parastina Bendava Tişrînê û destkeftiyên gelê me erkeke mirovî û nîştimanî ye."

Di dewama daxuyaniyê de şehîdên Bendava Tişrînê hatin bibîranîn û hate gotin: "Şanoya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji meqamên şanoya kurdî Bavê Teyar ji dest da. Bavê Teyar zêdetirî 30 salan xizmeta huner û şanoyê kir. Çûna wî ya Bendava Tişrînê bi tena serê xwe têkoşîneke ji bo doza gelê Bakur û Rojhilatê ye.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin: "Li dijî dagirker û qirkirina çandî em ê timî li qadên têkoşînê bin. Em bang li tevahî hezkiriyên azadiyê û gelê xwe yê welatparêz, tevahî rewşenbîr, hunermend û afrîneran dikin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker qebûl nekin. Em ê bi hestên şehîd Bavê Teyar Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin. Em ê dengê xwe bilind bikin heya sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker teşhîr bikin û li dijî wê têk bikoşin. Rihê fedakariyê yê gelan di kesayeta wan şehîdan de dê serkeftinê ji me re mîsoger bike."

(bb)