Bi dijwarî çiyayê Kurejaro hat bombebarankirin

Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên şer, doşke û çekên giran bi dijwarî çiyayê Kurejaro yê li sînorê bajarokê Şêladizê bombebaran kir.

Bi dijwarî çiyayê Kurejaro hat bombebarankirin
24 mijdar, 2024   21:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ajansa Rojnewsˋê ji çavkaniyên herêmî girtî û dîmenê ku bi destê ajansa Rojnewsˋê ketî, saet di 18:30’an de artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî çiyayê Kurejaro yê li sînorê bajarokê Şêladizê ser bi parêzgeha Dihokê bombebaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker bi helîkopterên şer, doşke û çekên giran herêmê topbaran û bombebaran kir.

Gundiyên ji gundên sînor ji ber metirsiya bombebarankirinê, beşek zêde gundên xwe vale kirin.

Hêjayî gotinê ye ku êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker a li ser Başûrê Kurdistanê berdewam e. Di danê êvarê de artêşa Tirk a dagirker gundên li binarê çiyayê Garê bombebaran kiribû.