Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê li Kobanê protestoyek li dar ket

Salvegera dagirkirina Efrînê ya 8`emîn li bajarê Kobanê bi meşeke girseyî hat şermezarkirin.

Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê li Kobanê protestoyek li dar ket
Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê li Kobanê protestoyek li dar ket
Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê li Kobanê protestoyek li dar ket
Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê li Kobanê protestoyek li dar ket
Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê li Kobanê protestoyek li dar ket
Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê li Kobanê protestoyek li dar ket
18 adar, 2026   13:21
KOBANÊ

Îro bi sedan şêniyên bajarê Kobanê û koçberên Efrînê yên ku li Kobanê dijîn, di salvegera 8`emîn a dagirkirina Efrînê de daketin qadan. Girseya gel ji Qada Jina Azad li hev kom bû û heta bi Qada Aştiyê meşiya. Di meşê de şaxên darên zeytûnê û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên kesk, sor û zer hatin hildan û dirûşma “Bijî berxwedana Efrînê” hat berzkirin.

Meş bi dirûşma “Di salvegera 8`emîn de em dagirkeriyê şermezar dikin, em ê vegerin Efrîna xwe” hat lidarxistin. Li Qada Aştiyê deqeyekê rêz ji bo giyanên şehîdan hat girtin û dûre jî li ser navê gelê Kobanê hevserokê Desteya Jîngehê ya Kobanê Arif Balî axivî û îşaret bir ser vegera xelkê Efrînê kir.

Balî got: “Beriya 8 salan dewleta Tirk a dagirker bi balafiran dest bi êrişa ser gelê me yê Efrînê kir, li beramberî wê jî qehremanî û fedekariya gelê me, bi hêza parastinê 58 rojan li beramberî artêşeke NATO’yê û li beramberî balafiran berxwedaneke bêhempa kir. Gelê Efrînê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû. Êdî gel dixwaze vegere ser mal û milkên xwe. Bi fikra Rêber Apo ya entegrasyona demokratîk re dê hêviya vegera li Efrînê êdî bibe rastî.”

(sş)

ANHA