Bi boneya Çarşema Sor roja çarşemê bû betlane

Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê bi boneya Çarşema Sor roja çarşemê kir betane.

Bi boneya Çarşema Sor roja çarşemê bû betlane
14 nîsan, 2026   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê daxuyand ku roja çarşemê bi boneya cejna Çarşema Sor ji bo saziyan kiriye betlane.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Bi boneya cejna Çarşema Sor, roja Çarşemê (15 Nîsan 2026) li hemû sazî û dezgehên Kantona Cizîrê bêhvedana fermî ye, ji bilî saziyên ku karê wan ranaweste.

Em vê cejnê li gelê xwe pîroz dikin û hêviya xêr û aştiyê dikin. Cejna we pîroz be.”