Bi bombeyekê êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat kirin

Li ser rêya Marûna-Seydnaya ya gundewarên Şamê bi bombeyekê êrişî otobusa Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat kirin. Di êrişê de hejmarek endam birîndar bûn.

Bi bombeyekê êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat kirin
22 tebax, 2026   20:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ewlehiyê, îro ragihand ku li ser rêya Marûna-Seydnaya ya gundewarên Şamê bi bombeyekê êrişî otobusa Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat kirin û da zanîn ku di êrişê de hejmarek endam birîndar bûne.

Çavkanî ji dezgehên ragihandinê re got, aliyên têkildar lêkolînkirina êrişê didomînin.

(bb)