Beşên din ên Sûriyeyî û Lubnaniyan derbasî herêmê bûn

Beşên din ji Sûriyeyî û Lubnaniyên ji Lubnanê vedigerin gihaştin Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

1 cotmeh, 2024   17:37
MINBIC

Bi deriyê Ebû Kehif (Tayha) yê başûrê kantona Minbicê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran Sûriyeyiyên ji Lubnanê vedigerin, gihaştin herêmê.

Li gel van rewşên dijwar, Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewldanên mezin ên pêşwazîkirina welatiyên ji Lubnanê vedigerin dikin. Ew yek bi çavêdriya Maseya Krîzê ya têkildarî kar û barên welatiyên ji Lubnanê vedigerin ku Rêveberiya Xweser ava kiriye, pêk tê.

Beşên nû ji Sûriyeyiyan bi rêya deriyê Ebû Kehif (Tayha) yê başûrê kantona Minbicê gihaştin herêmê. Maseya Krîzê pêşwaziya wan welatiyan dike û tedbîrên ji bo derbasbûna bilez li herêmên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne.

Derbasbûna welatiyên Sûriyeyî û Lubnanî bi rêya deriyê Tebqayê re dewam dike. Îro jî beşên nû bi dehan welatiyan derbasî herêmê bûn.

Di vê çarçoveyê de endamê Maseya Krîzê ya kar û barên welatiyên ji Lubnanê vedigerin Şêxmûs Ehmed ji ajansa me re axivî û got: "Em hîna welatiyên ji herêmê û sûriyeyiyên ne ji herêmê û Lubnaniyan pêşwaz dikin. Em hewl didin wan tevan bi cih bikin."

Ehmed bang li tevahî sûriyeyîyên li Lubnanê kir û wiha domand: "Em bang li tevahî Sûriyeyiyên li Lubnanê dikin ku deriyên Rêveberiya Xweser ji we re vekirî ne û bi rêya nûnertiya xwe li Lubnanê hêsanbûnan pêşkêş dikin."

Ehmed bang li rêxistinên navneteweyî kir ku piştgirî û alîkariya Rêveberiya Xweser bikin da ku bi vê berpirsiyara mezin rabe. Rêveberiya Xweser alîkariyan ji hezaran welatî û koçberan re pêşkêş dikin. Divê piştgiriyeke navneteweyî ji bo bar sivik bibe, hebe.

Şêxmûs Ehmed diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk girîngî daye pêşwazîkirina tevahî sûriyeyiyan û wiha dawî li gotina xwe anî: "Rêveberiya Xweser bersiva bangên Sûriyeyiyên li Lubnanê yan jî li herêmên hikumeta Şamê dide. Dê Rêveberiya Xweser basan ji xelkê di Şamê de asê mane dabîn bike û wan bîne herêmên Rêveberiya Xweser."

(fr)

ANHA