Berxwedana li Minbicê dewam dike: 22 çete hatin kuştin

Di berxwedana şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) a li gundewarên Minbicê de 22 çete hatin kuştin, 25 jî birîndaar bûn.

Berxwedana li Minbicê dewam dike: 22 çete hatin kuştin
27 kanûn, 2024   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundewarên başûr-rojhilatê Minbicê dewam dikin. Li hemberî van êrişan berxwedana şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û şervanên Yekîneyên Parastina Jin(YPJ) jî, didome. 

Di berxwedana ji duh sibeha (26 Kanûn 2024) heya îro sibehê (27 Kanûn) ve 22 çete hatin kuştin û zêdetirî 25 çeteyan jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê mijarê de li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kirin:

"Hêzên me roja pêncşemê bersiva êrişeke berfireh a dagirkirinê ya dewleta Tikr û çeteyên wê dan. Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Panzer û erebeyên wan ên leşkerî hatin îmhakirin û panzêrek din jî derb xwar.

Di encama berxwedanê de 22 çete hatin kuştin, 25 jî birîndar bûn. Ji ber derbeyên giran, çete neçar man birevin û xwe di kûzikan de veşêrin.

Yekîneyên Şehîd Harûn jî çar caran li nuqte û kombûnên çeteyan dan. Di encamê de birîndarên çeteyan çêbûn û erebeyên wan ên leşkerî hatin îmhakirin.”

(bb)

ANHA