Bendên lihevkirina der barê Siwêdayê de

Serokatiya Ruhanî yê Civaka Misilmanên Miwehidîn bendên lihevkirina navneteweyî ya der barê Siwêdayê de aşkera kirin.

Bendên lihevkirina der barê Siwêdayê de
19 tîrmeh, 2025   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack ragihand ku Îsraîl û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser agirbesteke li bajarê Siweydayê li hev kiriye.

Serokatiya Rûhanî yê Civaka Misilmanên Miwehidîn (Durzî) kopiyeke bendên lihevkirinê weşand.

Naveroka bendên lihevkirina navneteweyî ya di navbera dewletên garantor de wiha ye:

"1- Belavbûna hêzên ewlehiya giştî:

Bendên kontrolê yên ewlekariya giştî li derveyî sînorên îdarî yên parêzgeha Siweydayê têne danîn da ku pevçûnan kontrol bikin û pêşî li derbasbûna koman bo nav parêzgehê bigirin.

2- Gundên li ser sînor

Ji dema peymanê ve, destûr nayê dayîn ku tu alî di 48 saetan de bikeve gundên li ser sînor. Armanc ji vê yekê ew e ku hêzên ewlehiyê yên aliyê din bi cih bibin û ji êrişên ji nişka ve dûr bikevin.

3- Eşîrên bedewî

Destûr tê dayîn ku endamên eşîrên mayî yên li deverên parêzgehê, bêyî astengî ji aliyê tu aliyekî ve were kirin, bi ewlehî û aramî derkevin. Derketina wan dê li gel karmendên ewlehiyê yên ji komên li ser meydanê dixebitin, be.

4- Deriyên mirovî

Ji bo rewşên mirovî û yên awarte ev derî hatine destnîşankirin: Busra El Herîr û Busra El Şam

5- Kontrokirina tevgerên komên xwecih

Em bang li hemû komên xwecih dikin ku ji derketina ji sînorên îdarî yên parêzgeha Siweydayê dûr bisekinin û ji her provokasyon an tevgereke şer dûr bisekinin.

6. Berpirsyariya binpêkirina lihevkirinê

Her aliyek ku bi awayekî yekalî an li derveyî çarçoveya vê lihevkirinê tev bigere, berpirsê hilweşîna lihevkirinan e.

7- Bangek ji bo ciwanên parêzgehê:

Em bang li ciwanên xwe, parêzvanên ax û rûmeta xwe dikin ku bi hevrêziyeke bilind û berpirsiyariyek herî bilind bixebitin da ku vê rewşa biêş a bi serê gelê me yê aştîxwaz de hatiye bi dawî bikin."

(bb)