Belavkirina mazotê li cotkaran dewam dike

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Kantona Reqayê para duyemîn a mazotê li cotkaran belav dike.

Belavkirina mazotê li cotkaran dewam dike
18 sibat, 2025   15:28
REQA

Nivîsgeha Çandiniyê ya Gerînendetiya Sotemeniyê ya Kantona Reqayê di destpêka Sibatê de belavkirina para yekemîn a mazotê ya cotkaran bi dawî kiribû û bi belavkirina para duyemîn didomîne.

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji her kooperatîfeke çandiniyê re 12 lître ji bo her donimekî û 20 lître jî ji bo her donimekî ku bi rêya bîran tê avdan, diyar kiriye. Buhayê lîtreyekê jî hezar û 470 lîreyê Sûriyeyê ye.

Rêveberê Nivîsgeha Çandiniyê ya Gerînendetiya Sotemeniyê ya Kantona Reqayê Mehmûd El Mişbaş der barê mijarê de agahî dan ajansa me. El Mihbaş got "19’ê Kanûna 2024’an me dest bi belavkirina para yekemîn a mazotê li cotkaran kiribû. Ji bo bîran 155 rûxset hatine danîn. Wekî para yekemîn milyonek û 950 hezar lître mazot li cotkar û kooperatîfan hat belavkirin."

Li gorî El Mihbaş, di Desteya Çandî û Avdanê de 155 kooperatîfên çandiniyên yên rûxsetkirî hene û 4 milyon û 400 hezar lître mazot li wan hatiye belavkirin. Hejmara ruxsetên ferdî yên hatine pêşkêşkirin jî 30 e û 5 hezar û 530 lître mazot li wan hatiye belavkirin.

El Mihbaş da zanîn ku belavkirina para duyemîn a mazotê li cotkaran, 12’ê Sibatê dest pê kir û got heya niha milyonek û nîv lître hatiye belavkirin û belavkirin hîna dewam dike. Her wiha diyar kir ku dê di 5’ê Adarê de dest bi belavkirina para sêyemîn bikin.

Mehmûd El Mihbaş anî ziman ku kêmbûna baranê bandoreke neyînî li cotkaran kiriye û got ew ê bi hemû enerjiya xwe kar bikin da ku mazota baş li wan belav bikin.

(bb)

ANHA