Bavê gerîla şehîd Şoreş ya pêşengê şerê tunelan jiyana xwe ji dest da

Kemal Ebaszade, bavê gerîlayê Hêzên Parastina Gel Şoreş Karer (Çawiş Ebaszade), ku yek ji pêşengên şerê tunelan bû, ji ber nexweşiya jiyana xwe ji dest da.

Bavê gerîla şehîd Şoreş ya pêşengê şerê tunelan jiyana xwe ji dest da
7 hezîran, 2024   14:47
NAVENDA NÛÇEYAN 

Kemal Ebaszade, bavê gerîlayê Hêzên Parastina Gel Şoreş Karer (Çawiş Ebaszade), ku yek ji pêşengên şerê tunelan bû, ji ber nexweşiya jiyana xwe ji deasta da.

Kemal Ebaszade ji gundê Qizilkendiyê ye ku ser bi bajarê Selmasa Rojhilatê Kurdistanê ye.

Merasîma sersaxiyê doh li Mizgefta Elresûlkoyê dest pê kir û wê heta du rojan berdewam bike.

Şoreş Karer li çiyayên Kurdistanê di damezrandina taktîka şerê tunelan de xwedî roleke pêşeng bû ku îro bûye tirsa dewleta Tirk a dagirker. Şoreş Karer tevî hevalên xwe li Çiyayê Gabarê berxwedaneke bêhempa ya 50 rojî li dijî dagirkeriya Tirk meşand û di 1’ê Hezîrana 2018’an de di dema şer de li herêma Şirnexê tev li karwana nemiran bû.