Bangên radestkirina cenazeyên şehîdan û berdana girtiyan

Meclisa Malbatên Şehîd, Gazî, Dîlgirtî û Windayan a Kobanê bang li rêxistinên mirovî yên navneteweyî kir ku zextê li hikumeta demkî bikin da ku dîlgirtiyan berde, çarenûsa revandiyan aşkera bike û cenazeyên şehîdan radest bike.

Bangên radestkirina cenazeyên şehîdan û berdana girtiyan
7 adar, 2026   13:08
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîd, Gazî, Dîlgirtî û Windayan a Kobanê daxuyaniyek li Qada Jina Azad da.

Hevserokê meclisê Mistefa Êto daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hikumeta demkî û komên wê yên çekdar êrişî Herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Eriş bi desteka leşkerî û ewlehî ya rasterast a hin hêzên herêmê û di nava bêdengiya hêzên navneteweyî yên di dosyaya Sûriyeyê de xwedî gotin in ji taxa Şêxmeqsûdê dest pê kirin û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam kir.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hikumeta demkî lihevkirin û peymanên ku Rêveberiya Xweser re îmze kirine, binpê kirin û wiha hat domandin: "Êrişa xedar ewlehî û aramî têk birin. Nakokî di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de xurt kir. Sûc û binpêkirin li dijî şêniyên herêmê hatin kirin. Kuştin çêbû û bi cenazeyan hatin lîstin. Komkujî, dizî û talankirin û kuştinên li ser nasnameya çandî, siyasî û olî pêşketin."

Meclisê diyar kir: “Piştî ragihandina agirbestê jî, komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê binpêkirina peymanên navneteweyî û pîvanên mirovî û civakî ranewestand, girtinan berdewam kir, aqûbeta kesên winda û dîlgirtiyan ne diyar e û cenazeyên şehîdan radest nake."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hikumeta demkî hat kirin ku çarenûsa dîlgirtiyan aşkera bike. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî jî hat kirin ku zextê li hikumetê bikin ku aqûbeta kesên winda aşkera bike, dîlgirtiyan berde û cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike.

(bb)

ANHA