Balafirgeha Miniqê hat bombebarankirin: Leşkerekî Şamê birîndar bû

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker balafirgeha Miniqê ya kantona Şehbayê bombebaran kir, di encamê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bû.

Balafirgeha Miniqê hat bombebarankirin: Leşkerekî Şamê birîndar bû
22 ÇILE, 2024   18:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, beriya çend kêliyan balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker balafirgeha Miniqê ya kantona Şehbayê bombebaran kir. 

Li gorî nûçegihan, di encama bombebaranê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bû.

(fr)

ANHA