Balafirên Îsraîlê belafirgeh û beravên Yemenê bombebaran kirin

Balafirên Îsraîlê balafirgeha Senaa, berava Hudeyde û stasyonên enerjî û petrolê yên Yemenê bombebaran kirin. Dezgehên ragihandinê da zanîn ku Til Avîvê der barê êrişa li dijî Hûsiyan li Yemenê de, agahî dabû Washingtonê.

Balafirên Îsraîlê belafirgeh û beravên Yemenê bombebaran kirin
26 kanûn, 2024   21:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsraîlê li dijî baregeh û binesaziya Hûsiyan êrişên hewayî pêk anîn.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gotibû ku Til Avîv dê li dijî Hûsiyan ku ew alîgirên "terorîst" ên Îranê ne, êrişên xwe bidomîne.

Artêşa Îsraîlê binesaziya leşkerî ya balafirgeha Senaa, stasyonên Hezîz û Ras Kentîb û beravên Hudeyde bombebaran kirin.

Televîzyona El Mesîra ya koma Hûsî ya Yemenê îro daxuyandibû ku di encama êrişên hewayî yên Îsraîlê li dijî balafirgeha navneteweyî ya Senaa de 2 kes hatin kuştin, her wiha di êrişa li berava Ras Îs de jî kesekî din hat kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.

Berê jî dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê dabû zanîn ku Til Avîvê der barê êrişa li dijî Hûsiyan agahî dabû Washingtonê û çaverê ye ku êrişên li dijî Yemenê girantir bibin.

(mh/fr)