Balafirên dagirkeriyê gundê Guherzê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bilindahiyên gundê Guherzê yê girêdayî navçeya Amêdiyê bi dijwarî bombebaran kirin.

Balafirên dagirkeriyê gundê Guherzê bombebaran kir
4 îlon, 2024   20:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker îro li sînorê parêzgeha Silêmaniyê wesayîteke welatiyên sivîl bombebaran kir û di encamê de bavek û du kurên wî şehîd bûn, kêliyek beriya niha balafirên wê yên şer gundê Guherzê yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê bombebaran kirin.

Çavkaniyên herêmî ji gundê Guherzê ragihand ku wan dengê bombebarana balafirên şer yên dewleta Tirk bîhîstiye. Lê agahiyên berfireh derbarê zerer û ziyanên êrişê de bidest neketin.

Hêjayî gotinêye ku êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ya li nav xaka Herêma Kurdistanê û hedefgirtina welatî û azadîxwazan her ku diçe berfirehtir dibe. Lê hikûmeta Iraqê û hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê li şûna ku bertek û helwestên cidî û pratîk li hemberî van êriş û dagirkeriyê raber bikin, bi awayekî eşkere yan jî veşartî hevkariya dewleta Tirk a dagirker dikin.

Herî dawî jî duh di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de ya li gundê Mêrge Hewş yê li zozanên Sinînê welatiyek şehîd bû. Ji serê salê li gel şehîdên êrişa îro 20 kes di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne û 12 kes jî birîndar bûne.