Bafil Talebanî ji bo şehadeta Salih Muslim peyama sersaxiyê weşand

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bi boneya şehadeta Salih Muslim peyama sersaxiyê weşand û got; “Birêz Salih Muslim, yek ji serkirdeyên navdar yên Rojavayê Kurdistanê, di mijarên netewî de roleke girîng leyîst û têkiliya wî ya xurt bi YNK re ji bo parastina mafên gelê me faktoreke bihêz bû di yekîtiya me de.”

Bafil Talebanî ji bo şehadeta Salih Muslim peyama sersaxiyê weşand
11 adar, 2026   23:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK) Bafil Talebanî bi boneya şehadeta siyasetmedarê Kurd û hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim peyama sersaxiyê weşand.

Peyama Bafil Talebanî wiha ye;

“Ez ji ber koça dawî ya Endamê Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Birêz Salih Muslim pir xemgînim.

Ez sersaxiyê ji gelê Rojavayê Kurdistanê, hevalên PYD’yî û xizmên serbilind yên Birez Salih Muslim re dixwazim.

Birêz Salih Muslim, wekî yek ji serkirdeyên navdar yên Rojavayê Kurdistanê, di mijarên netewî de roleke girîng leyîst û têkiliya wî ya xurt bi YNK re ji bo parastina mafên gelê me faktoreke bihêz bû di yekîtiya me de.

Bila giyanê hevalê nemir Salih Muslim heta hetayê di aştiyê de bimîne. Bila Xwedê aramî û teselîyê bide her kesî.”