‘Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e’

Xelkê Girke Legê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gaveke girîng e da ku gelên herêmê bigihêjin aştî û edaletê.

‘Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e’
10 nîsan, 2026   02:35
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYÎD-ROHAT XELEF

Şêniyên bajarê Girke Legê li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan axivîn. 

Ferîd Hemo anî ziman ku divê Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe û got: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo hemû gelên herêmê bi ewle bijîn, firsendek e. Lê belê heyanî niha Tirkiyê di vê pêvajoyê de tu gavên cidî neavêtine. Azadiya fîzîkî ya Rêbertî ji bo Tirkiyeyê gava yekemîn e ku biavêje.”

Sekîne Ebû Zêd jî got: “Divê Rêber Abdullah Ocalan azad bibe heyanî ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bidomê. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê bibe siberoja jiyana hevbeş a gelan.”

Zekiye Berekat wiha axivî: “Tecrîda li ser Rêber Apo sûvekî li dijî mirovahiyê ye. Felsefeya Rêbertî çareseriyê ji hemû gelan û bi taybet gelê Kurd re datîne. Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku Rêber Apo fîzîkî azad bibe.”

Her wiha Fatma Omer diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan dixebite da ku aştî çêbe û wiha got: “Tirkiye ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dereng dimîne. Divê em tê bikoşin heyanî ku Rêbertî fîzîkî azad bibe. Azadiya Rêbertî azadiya hemû gelan e."

(np)

ANHA