Azad Hisên wekî berpirsê Rêveberiya Dibistanên Qamişloyê hat erkdarkirin

Gerînendetiya Perwerdê û Fêrkirinê ya Hesekê Azad Îsa Hisên wekî berpirsê Rêveberiya Dibistan û Mamosteyên Qamişloyê erkdar kir.

Azad Hisên wekî berpirsê Rêveberiya Dibistanên Qamişloyê hat erkdarkirin
14 nîsan, 2026   17:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Perwerdê û Fêrkirinê ya Parêzgeha Hesekê bi biryarnameyekê Azad Îsa Hisên bo berpirsê Rêveberiya Dibistan û Mamosteyên Qamişloyê erkdar kir.

Di biryarnameya erkdarkirinê de hat gotin ku li ser bingeha pêdiviyên berjewendiya giştî Azad Îsa Hisên wekî berpirsê Rêveberiya Dibistan û Mamosteyên Qamişloyê hat erkdarkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye Azadî Îsa Hisên berê jî di dema xebatên xwe yên nava saziyên Rêveberiya Xweser de heman erk wergirtibû.

(fr)