'Rêber Apo damezrînerê projeya çareseriyê ye'

Endamên Înîsiyatîfa Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kirin ku astengiya sereke ya li pêşiya aştî û demokrasiyê li Tirkiyeyê, berdewamkirina girtina Rêbertî ye.

'Rêber Apo damezrînerê projeya çareseriyê ye'
14 tîrmeh, 2025   02:35
HELEB
XEYIS ŞEMSEDÎN

Çalakvanên ji hemû beşên civakê yên cuda daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulla Ocalan dikin. Çalakvan di wê baweriyê de ne ku pêkanîna aştiyê li Tirkiyê û li Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêkan e.

’ASTENGIYA SEREKE LI PÊŞIYA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK BERDEWAMKIRINA GIRTINA OCALAN E’

Endamê Înîsiyatîfa Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Mehmûd Mistefa Ebdurehman der barê mijarê got ku banga "aştî û civakeke demokratîk" a ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye kirin ne tenê dirûşme an înîsiyatîfeke demkî ye, lê belê ew pêkanîna şênber ya nêrîneke felsefî ya berfireh a Rêber Abdullah Ocalan e. Ebdurehman anî ziman ku ev felsefe li ser bingeha dadmendiya civakî, azadî û jiyana hevbeş di navbera gelan de hatiye avakirin.

Ebdurehman got, bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mirov nikare behsa pêvajoyeke siyasî ya demokratîk bike û wiha pêde çû: "Rêber Ocalan damezrînerê projeya çareseriyê ye û lêvegerê sereke yê avakirina aştiyek dadmend li Tirkiye û herêmê ye."

Her wiha da zanîn ku girtina Rêber Abdullah Ocalan ne tenê binpêkirinek eşkere ya mafên mirovan û qanûna navneteweyî ye, lê di heman demê de astengiya sereke ya herî girîng a li pêşiya demokrasiyê û çareseriyek siyasî li Rojhilata Navîn e.

’BANG BERSIVA HERÎ BAŞ A LI HEMBERÎ HEWLDANÊN HEGEMONYAYÊ BÛ’

Berdevka Înîsiyatîfa Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Amna Xidiro got, banga dawî ya ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye kirin bandorek girîng kiriye û ji aliyê derdorên navneteweyî ve hatiye pêşwazîkirin.

Amna destnîşan kir ku ew ê çalakiyên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin heya ku armanca xwe pêk bînin.

’RÊBERÊ PÊVAJOYA GUHERTINA STRATEJÎK’

Endama Înîsiyatîfa Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Rojiyan Hisên destnîşan kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan, a bi sernavê "Aştî û Civaka Demokratîk", pirsgirêka Kurd ji pêvjoyekê bire pêvajoyeke din û ev bang dê bibe dawiya serdema dewleta neteweyî.

Rojîan rexne li dewleta Tirkiyeyê kir ku heta niha, li beramber gevên girîng ên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hewldanên DEM Partiyê gavên fermî yên cidî neavêtine.

Endama Înîsiyatîfa Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan  kir û diyar kir ku azadiya Rêber Apo dê ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde li herêmê bibe alîkar.

(k)

ANHA