Artêşa Îsraîlê li gundewarên Quneytîrayê bendeke kontrolê danî
Artêşa Îsaîlê li têketina bajarokê Cebata Xeşeb ê li bakurê Quneytîrayê bendeke kontrolê danî.

SOHR’ê diyar kir ku îro hêzeke artêşa Îsraîlê ku ji 3 wesayîtan û nêzîkî 15 leşkeran pêk dihat, ket bajarokê Cebeta Xeşeb ê li bakurê Quneytîrayê û li wir bendeke kontrolê danî.
SOHR’ê da zanîn ku hêza Îsraîlê li herêmê di rewşeke hişyarî û bendewariyê de bi cih bûbû, bêyî ku pevçûnên rasterast çêbin. Di heman demê de, ji ber çalakiya leşkerî ya ji nişka ve, di nava xelkê herêmê de alozî hebû.
Li gorî SOHR’ê, hêzên Îsraîlê duh li gundewarên Quneytîrayê rêzeoperasyonên bejahî pêk anîn û hemwextî wê liv û tevgereke zêde ya balafirên şer ên Îsraîlê hebû.
(bb)