Amadekariyên vekirina deriyê sînor ê Nisêbînê

Îro wesayîtên xizmetê ketin deriyê sînor ê Nisêbîn-Qamişloyê. Ev yek dibe ku nîşaneyek be ku derî ji nû ve were vekirin.

Amadekariyên vekirina deriyê sînor ê Nisêbînê
Amadekariyên vekirina deriyê sînor ê Nisêbînê
Amadekariyên vekirina deriyê sînor ê Nisêbînê
21 nîsan, 2026   15:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Wesayîtên xizmetê ketin deriyê sînor ê Nisêbînê yê di navbera bajarê Qamoşlo yê Rojava û bajarê Nisêbînê yê Bakurê Kurdistanê de. Ev tevger dibe ku beşeke amadekariyên ji bo vekirina deriyê sînor be.

Der barê vekirina deriyê sînor de heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin. Dihat payîn ku parêzgarê Hesekê Nûreddîn Ehmed serdana deriyê sînor ê Nisêbînê bike, lê serdan hate paşxistin.

Deriyê sînor ê Nisêbînê di salên dawîn de gelek caran hatiye girtin, di sala 2016`an de, Tirkiyeyê deriyê sînor bi tevahî li ber trafîka sivîl û bazirganiyê girt.

(k)