Ajokarên taksiyan li Hesekê ketin greveke giştî de

Tevgera taksiyên veguhestina hundirîn a bajarê Hesekê ji ber nebûna mazota xizmetguzariya ya ku beriya niha ji bo wan dihate dayîn, buhabûna lêçûna çûn û hatinê, zehmetiyên ku ajokar di rewşa buhabûna sotemeniyê de dibînin, hatin rawestandin. Gerînendetiya Sotemeniyê jî diyar kir ku miqdara heyî têra bajar nake.

Ajokarên taksiyan li Hesekê ketin greveke giştî de
22 tebax, 2026   13:32
HESEKÊ

Ajokarên taxsiyên veguhestina hundirîn li bajarê Hesekê, ji bo protestokirina mijara nedayîna mazota xizmetguzariyê ya ku bi awayeke yekser bandorê li tevgera çûn û hatinê ya li bajêr dike, karê xwe dane sekinandin.

Hejmarek ji ajokaran dan zanîn ku wan ji ber buhabûna lêçûna li çûn û hatinê, piştî rawestandina dayîna mazota xizmetguzariyê wan karê xwe da sekinandin.

Ajokaran da zanîn ku domandina xebatê di rewşeke wiha da barê wan ê aborî girantir dike.

Greva ajokaran hiştiye ku tevgera veguhestinê ya hundirê bajêr kêm bibe, qelebalix li hejmarek ji kolanan û rawestegehan zêde bûye. Li aliyeke din şênî, karmend û xwendekar ên ku çûn û hatina wan zêde ye zehmetiyan dibînin.

Ajokaran daxwaza vegera dayîna mazota xizmetguzariyê kirin, diyar kirin ku ew ê bihêle ku ew karê xwe bidomînin û rê li ber buhabûna lêçûna veguhestinê, bandora wê ya li ser ajokar û şêniya bigire.

Gerînendetiya Sotemeniyê ya bajarê Hesekê da zanîn miqdara sotemeniyê ya ku ji bo bajar dighêje dest wan têrê nake. Belavkirina wê jî pêk nehatiye, ew ê heta temamkirina para taybet bi bajêr bê belavkirin.

(sb)

ANHA