Dewleta dagirker Biradostê bi dijwarî bombebaran kir- HATE NÛKIRIN

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev bi dijwarî herêma Biradostê bombebaran kir.

Dewleta dagirker Biradostê bi dijwarî bombebaran kir- HATE NÛKIRIN
5 mijdar, 2023   09:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews′ê, duh derengiya şevê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Biradostê bi dijwarî bombebaran kir.

Çavkaniyan ji Rojnews′ê re diyar kir ku balafirên şer zozanên Riwara, Sinîn, Geruî Singa û Çiyasorkê gelek caran bombebaran kirine. Her wiha balafiran gundên Bêrkem, Çiyayê Bolê û Bêcwanan yên nêzî bajarokê Sîdekan a ser bi Hewlêrê ve jî bombebaran kirine.

Li gorî heman çavkaniyan  êriş li nêzî cihên niştecihbûnê pêk hatin û hate zanîn heya derengiya şevê jî balafir li ser herêmê difiriyan. Der barê ziyanan de agahî nehatin tune ne.