4 bazirganên hişbirê li Hesekê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Hesekê 4 bazirganên hişbirê girtin.

4 bazirganên hişbirê li Hesekê hatin girtin
1 sibat, 2025   16:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê girtina 4 bazirganên hişbirê li Hesekê û desteserkirina mîqareke mezin û madeyên hişbirê de daxuyaniyeke nivîsîkî li ser malpera xwe da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Piştî şopandina liv û tevgera bazirganên hişbirê, Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê yên kantona Cizîrê di 22ˋyê Çileyê de operasyonek da destpêkirin û 4 bazirganên hişbirê li bajarê Hesekê girtin. Di serdegirtina malên wan de hêzan mîqdareke mezin ji madeyên narkotîkê û alavên girêdayî wê dîtin û desteserkirin. Hêzan 70 hezar û 260 hebên kaptagonê, 320 gram toz, damanceyek, 2 şûr, 2 bombe û 80 guleyên çekan û mask girtin.

Ev operasyon di çarçoveya hewldanên bênavber ên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê de pêk hat ku bi ser tor û kesên dan û standinê bi hişbirê re dikin û bandorê li civakê dikin de bigirin. 

 Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê tawanbar ji Dozgeriya Giştî re hatin şandin ku tedbîrên qanûnî li hemberî wan bên girtin."

(fr)