Di 10 salan de 30 rojnamevan di rêya heqîqetê de şehîd bûn

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 rojnamevan di lêgerîna heqîqet û azadiyê de gihaştin şehadetê û bûn şehîdên çapemeniya azad û rêya heqîqetê.

Di 10 salan de 30 rojnamevan di rêya heqîqetê de şehîd bûn
24 kanûn, 2024   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Di têkoşîna azadî û demokrasiyê de, rojnamgerên Kurd derketin ku bi pênûs û kameraya xwe li hemberî zilm û zordariyê sekinîn. Li Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê jî 30 rojnamevan, dema erka xwe ya ragihandina berxwedana gelan û sûcên dagirkeran pêk dinanî, di êrişan de şehîd bûn.

Mazlûm Bagok (Ehmed Sedo); sala 1992'yan li Qamişloyê ji dayik bûye. Ew yekemîn rojnamevanê şehîd ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Di şopandina hemleya vekirina korîdora mirovî ya di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şengalê de 28'ê Îlona 2014'an şehîd bû.

Rêwan Zagros (Kadar Xelef); endamê Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di şopandina berxwedana YPG'ê ya li gundê Filistîn ê bajarokê Ceza yê kantona Cizîrê de, di 21'ê Çileya 2014'an de şehîd bû.

Bahoz Horan; li Kobanê ji dayik bûye û di şopandina hemleya rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê de, 1'ê Kanûna 2015'an şehîd bû.

Agirî Yilmaz (Meryem Mihemed); di 1995'an de li Reqayê ji dayik bûye. Di şopandina hemleya rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê de, li gundê Xan Mamed 13'ê Nîsana 2013'yan şehîd bû.

Arîn Cûdî (Ahîn Fayiq Îbrahîm); ji gundê Maşûq ê Tirbespiyê ye û di 1996ˊan de ji dayik bûye. Di 2016ˊan de dema li ser karê xwe yê rojnamegeriyê bû, mayinek li herêma Holê ya Hesekê teqiya û şehîd bû.

Aram Can (Aram Mihemed Ebdullah); endamê Ragihandina YPG'ê bû. Di şopandina hemleya rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê de, di 2'yê Hezîrana 2016'an de şehîd bû.

Mistefa Mihemed Şukrî; di 1987'an de li navçeya Girê Spî ya dagirkirî ji dayik bûye. Ew nûçegihanê kanala Ronahî TV bû û di şopandina hemleya rizgarkirina Minbicê de 19'ê Tîrmeha 2016'an şehîd bû.

Rustem Çîlo (Selah Sîdo); endamê Ragihandina YPG'ê bû û di topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî herêmên Şehbayê de, di Mijdara 2016ˊan de şehîd bû.

Eylûl Nûhilat (Ronahî Omer); endama Ragihandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû û di şopandina hemleya rizgarkirina gundewarên Şehbayê de, di 20'ê Mijdara 2016'an de şehîd bû.

Mihemed Aksoy (Firas Dag); ji navçeya Elbistanê ya Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ye. Endamê Ragihandina YPG'ê bû û di êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî nuqteyên YPG'ê ya di hemleya Bagera Cizîrê de, 26'ê Îlona 2017'an şehîd bû.

Xerîb Welat (Xerîb Reşo); yek ji damezirînerên Ragihandina YPG'ê bû. Di 1996'an de li gundê Sînka yê Efrîna dagirkirî ji dayik bûye. Di şopandina hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê de 21'ê Nîsana 2017'an şehîd bû.

Rêwan Gênco (Ehmed Hesen Hemo); ji gundê Beyandor ê navçeya Tirbespiyê ye. Endamê Ragihandina YPG'ê bû û di topbarana li dijî gundê Qereçox ê bajarê Dêrikê de, 25'ê Nîsana 2017'an de şehîd bû.

Heqî Bagok (Celal Hesen); di 1988'an de li gundê Etbê yê Tirbespiyê ji dayik bûye û di topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî çiyayê Qereçoxê de, 25'ê Nîsana 2017'an şehîd bû.

Şîlan Botan (Rîm Xeşman); ji navçeya Dêrikê ye û di topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî çiyayê Qereçoxê de, 25'ê Nîsana 2017'an şehîd bû.

Dilîşan Îbiş; nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) bû û di 1991'an de li Kobanê ji dayik bûye û di êrişeke xwekuj a çeteyên DAIŞ'ê ya li rojhilatê çemê Firatê de, 12'ê Cotmeha 2017'an de şehîd bû.

Hogir Mihemed; nûçegihanê ANHA'yê ji Qamişlo ye. Di êrişeke xwekuj a çeteyên DAIŞ'ê ya li rojhilatê çemê Firatê de, 12'ê Cotmeha 2017'an şehîd bû.

-Nûçegihanê me Rizgar Deniz (Rizgar Adanmiş) dema pêngava QSDˈê ya rizgarkirina gundewarê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞˈê û reva koçberan a ji ber kiryarên çeteyan dişopand, 18ˈê kanûna 2017ˈan di êrişa bi erebeyeke bombebarakirî ya çeteyên DAIŞ de şehîd bû.

Tolhildan Welat (Ocalan Ehmed); rojnamevanê YPG'ê bû û ji Efrînê ye. Di Berxwedana Serdemê de 23'yê Kanûna 2018'an şehîd bû.

Îsmaîl Xelîl; rojnamevanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) e û di 29'ê Kanûna 2018'an de şehîd bû.

Rohenda Efrîn; endama Ragihandina YPJ'ê di Berxwedana Serdemê de li Cindirêsê di 2018'an de şehîd bû.

Seîd Mihemed Seîd Şêxmûs El Ehmed; nûçegihanê ANHA'yê bû û ji navçeya Til Temirê ye. Di topbarana dewleta Tirk a dagirker de dema şopandina mertalên zindî yên ku diçûn Serêkaniyê di 13'ê Cotmeha 2019'an de şehîd bû.

Mihemed Hisên Reşo; nûçegihanê kanala Çira TV bû û ji Efrînê ye. Di şopandina mertalên zindî yên ku diçûn Serêkaniyê de 13'ê Cotmeha 2019'an şehîd bû.

Dilovan Gever (Dîlan Olmez); ji herêma Geverê ya Bakurê Kurdistanê ye. Di belgekirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundên Girê Spî de 13'ê Cotmeha 2019'an şehîd bû.

Welat (Vedat Erdemcî); ji Bakurê Kurdistanê ye, di topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî Serêkaniyê de 10'ê Cotmeha 2019'an şehîd bû.

Zîzis Sînke; karmendê ragihandina Frî Bor Marincir e, di topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî Til Temirê de, di 2019'an de şehîd bû.

Îsam Ebdullah; nûçegihanê ANHA'yê nû, ji bajarê Dêrikê ye. Di şopandina topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Teqilbeqilê yê navçeya Dêrikê de di 20'ê Mijdara 2022'yan de şehîd bû.

Necmedîn Feysel El Hac Sînan; karmendê kanala Jin TV di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li ser rêya Qamişlo-Amûdê di 23'yê Tebaxa 2023'yan de şehîd bû.

Seyîd Evran; rojnamevan û nivîskarê şoreşger, di 22'yê Îlona 2023'yan de ji ber nexweşiya dil şehîd bû.

Cîhan Bîlgîn; nûçegihana ajansa me (ANHA) sala 1996ˈan li navçeya Midyad a bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê hatiye dinê. Cîhan Bîlgin 19ˈê Kanûna îsal dema ku êrişên dewlata Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê dişopandin, di encama êrişa balafireke bêmirov û biçek a dagirkeran de şehîd bû.

Nazim Daştan; sala 1992’yan li navçeya Giyadîn a bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. 19ˈê Kanûna îsal dema ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê dişopandin, di encama êrişa balafireke bêmirov û biçek a dagirkeran de şehîd bû.

(bb)

ANHA