30 partî û rêxistinan ji bo hilbijartinan serlêdan kirin
Ji bo hilbijartinên şaredariyan ku dê 11’yê Hezîranê pêk werin, 27 partî û rêxistinan wekî 2 tifaqan, 3 partiyan bi navê xwe û gelek kesan jî wekî serbixwe serlêdan kirin.

Dema serlêdanê ya ji bo hilbijartinên şaredariyan ku Komîseriya Bilind a Hilbijartinê diyar kiribû, şevê din (21 Gulan 2024) saet di 17:00’an de bidawî bû.
Li gorî agahiyên ku ji komîseriya hilbijartinê hatine girtin, 2 tifaqan, 3 partiyan û gelek kesên bi awayekî serbixwe serlêdan kirine.
Tifaqa bi navê, “Tifaqa Gelan û Jinan Ji bo Azadiyê” ji 22 partî û rêxistinên ku PYD, Kongra Star, Partiya Suriyeya Pêşerojê, Koma Jinên Zenubya jî di nav de heye, pêk tê.
Tifaqa bi navê “Tifaqa Em Bi Hevre Ji bo Xizmetguzariyek Baş” ji 5 partiyan pêk tê.
Partiyên ku bi navê xwe tevlî bûne jî wiha ne:
Partiya Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê,
Partiya Pêşxistin û Guhertina Demokratîk a Niştimanî
Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên Sûrî
Ji bilî tifaq û partiyan gelek kesan jî bi awayekî serbixwe serlêdan kirine, lê hejmara wan nehat diyarkirin.
Piştî bidawîbûna dema serlêdanê, Komîseriya Bilind a Hilbijartinan dest bi lêkolînkirina namzetan kir. 25’ê Gulanê jî wê lîsteyên namzetan bên eşkerekirin.
Piştî eşkeririnê dê dema propagandayê destpê bike. Her wiha dê 2 roj mafê îtîrazê bê dayîn. Partî, rêxistin an jî kesayetên serbixwe yên ku namzetiyên wan nehatine qebûlkirin, dê karibin îtîraz bikin.
(a)
ANHA