3 caran baregehên Amerîka yên li Sûriye û Iraqê  hatin êrişkirin

Piştî çend saetan ji hedefgirtina baregeha ′El Herîr′ a li Hewlêrê ya li Başûrê Kurdistanê, ′Muqaweme El Îslamiye′ ragihand 2 baregehên din ên Amerîkayê li Iraq û Sûriyeyê hedef girtin.

3 caran baregehên Amerîka yên li Sûriye û Iraqê  hatin êrişkirin
17 mijdar, 2023   14:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Muqaweme El Îslamiyê ya Iraqê ragihand ku 2 baregehên Amerîkayê Eyn El Esed a li parêzgeha Enbarê û Til Beyder a li kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girtine.

Muqaweme El Îslamiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamên wê bi 2 balafirên bêmirov baregeha Eyn El Esed a Amerîkayê bombebaran kir û anî ziman ku ew bersiva êrişên dijmin ên li dijî xelkê Xezayê ye.

Her wiha Muqaweme El Îslamiyê diyar kir ku bi 2 balafirên bêmirov jî baregeha Til Beyder a Amerîkayê ya li rojavayê Hesekê bombebaran kir.

(fr)