18 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Edîtorê beşa Erebî yê ajansa  Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 18 rojin agahî nayê girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin, PDK ji ewlehî û jiyana Silêman Ehmed berpirse.

18 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin
11 mijdar, 2023   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê beşa Erebî ya Rojnews  Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 18 rojin agahî jê nayê wegirtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek  tejî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed  jî zêde dibin. PDK ji ewlehî û jiyana Silêman Ehmed berpirse.