Li Misirê avahiyek hilweşiya

Li parêzgeha Îskenderiye ya Misirê avahiyeke 13 qat hilweşiya û gelek kes di bin enqazê de asê mane.

Li Misirê avahiyek hilweşiya
26 hezîran, 2023   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Misirê ragihand ku li herêma Sîdî Beşir a li rojhilatê parêzgeha Îskenderiyê avahiyeke 13 qat hilweşiya.

Li gorî rojnameya Youm 7 a Misirê, gelek a niştecihên avahiyê di bin enqazê de asê mane.

Xebatên rakirina kavilan û rizgarkirina kesan ji bin enqazan dewam dikin.

Heta niha aliyên têkildar ên Misirê li ser windahiyan daxuyanî nedane.

 (bb)