​​​​​​​Rojnameyên erebî: Vegerandina penaberan şertê çareya siyasî ye

Dosyaya penaberên Sûriyeyî, amadebûna rayedarên Qeterê li Iraqê, helwesta Cezaîrê ji tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê û rewşa Lubnanê bûn rojeva rojnameyên erebî yên îro.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Vegerandina penaberan şertê çareya siyasî ye
16 hezîran, 2023   07:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Beyan der barê rewşa Sûriyeyê de wiha nivîsand: "Di vê demên dawî de axaftina li ser vegerandina penaberên sûriyeyî li welatê wan, zêde bûn. Ew axaftin di hevdîtinên berpirsên siyasî yên sûriyeyî û Ereb de hatin kirin.

Gerînendeyê Navenda Lêkolînên Penaberan a Zanîngeha Yermûkê yê berê Dr. Fewaz El Momenî got heta penaberên sûriyeyî vegerin warên xwe ew li benda vegereke ewle û rewşên baş in da ku bijîn. Divê çareyeke siyasî di navbera hemû pêkhateyan de çêbe, da ku îstîqrar û ewlehî misoger bibe, bi wê re bandoreke erênî di aboriyê de çêbe."

′QETER GERA XWE YA HERÊMÎ BI DERBASBÛNA LI IRAQÊ TEMAM DIKE′

Rojnameya El Ereb a Londonê der barê rewşa Iraqê de wiha nivîsand: "Piştî Qeter li Tirkiyeyê xwe bi cih kir û rewş ji bo têkiliyên dualî bi Îranê re amade kirin, hebûna xwe ya ji bo berjewendiyên xwe temam dike û bi hêz derbasî Iraqê dibe. Amadebûna wê ji enerjiyê heta bi binesaziyê û rêya geşkirinê ku Iraqê dike xeleka di navbera Kendav, Tirkiye û piştre Ewropayê de.

Çavdêran diyar kir ku dibe Qeter li pey ′rêya geşkirinê′ be, ew rê projeya xeta bejahî û xeta rêya trênê ye û dikeve xizmeta hevalbendê wê Tirkiye û firehkriina hevkariya xwe bi dewletên Kendavê re."

′PÊŞNIYAR RÛSYAYÊ LI LÎBYA Û MALIYÊ RÊ LI BER ALOZIYA DI NAVBERA CEZAÎR Û WASHINGTONÊ DE VEDIKE′

Rojnameya El Ereb li ser mijarê wiha nivîsand: "Serokê Cezaîrê Ebdulmecîd Tebon têkiliya Rûsyayê bi Malî re û nêzîkbûna Rûsyayê di krîza Lîbyayê de pîroz kir. Ew jî dihêle Rûsya xwe li herêmê fireh bike û bi wê yek alîgiriya Moskovê li ser hesabê hêzên hevrik ên din dike; Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA).

Çavdêran destnîşan kir ku serokê Cezaîrê tiştê welatê wî bi nepenî dikir, eşkere kir. Her wiha di demeke berê de aliyê rojavayî ew bi hêsanbûna derbasbûna Rûsyayê li Maliyê û bicihbûna wê li wir, tawanbar kir û desteka wê ji hebûna Rûsyayê li herêmê re weka îtîrafkirin bi rola xwe ya di dabînkirina rola Moskovê li herêma berav û çolîstanê de lîstiye."

′BERÎ: LUBNAN JI KRÎZA MEZIN PIŞTÎ RÛNIŞTINA HILBIJARTINA SEROK RIZGAR BÛ’

Rojnameya Şerq El Ewset li ser valahiya serokatiya Lubnanê wiha nivîsand: "Serokê Meclisa Nûneran a Lubnanê Nebîh Berî li ser rûniştina dawî ku li parlamentoyê ji bo hilbijartina serokekî ji komarê re parve kir û got ew ê li benda banga rûniştineke nû ya hilbijartina serokê komarê bimîne, dema tevgera herêmî û navneteweyî ya niha hinekî zelal bû.

Berî diyar kir ku dengên wezîr Silêman Firenciyê wergirtine peyameke eşkere ye. Ruxmî dengên wî li hember dengên wezîrê berê Cîhad Azûr wergirtine, zêde bûn, hevrik matmayî kirin.

Berî anî ziman ku Lubnan ji hewldana pêkanîna krîzekê li ser paşxaneya dengdayîna serokatiyê rizgar bû. Ew bawer bûn ku Azûr herî kêm 67 dengan wergire û plan dikir ku ger ev deng wergirtin pirsgirêkekê di hola meclisê de çêkin. Lubnan ji krîzeke mezin rizgar bû û divê hemû îqna bin ku bêyî diyalogê tu çare tune ne."

(fr)