​​​​​​​Panorama hefteyê: Di navbera Erebistana Siûdî û Şamê de nêzîkbûneke bi baldarî

Çavkaniyan diyar kirin ku lihevkirina Şam û Erebistana Siûdî ya ji bo jinûve vekirina balyozxaneyan nayê wateya normalîzekirina têkiliyan an jî pêşxistina wan. Li aliyekî din parlamenterên serbixwe yên Iraqê ‎biryar da ku gavên xwe yên dijberî qanûna guhartina hilbijartinên meclisên parêzgehan bi ‎xwespartina li dadgeha federal, zêde bikin. Li kêleka wê jî piranî parlamenter hewl didin bêyî ‎berçavgirtina îtîrazên li ser guhartina qanûnê, qanûnê derbas bikin.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Di navbera Erebistana Siûdî û Şamê de nêzîkbûneke bi baldarî
26 adar, 2023   04:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkiliyên Şam û Erebistana Siûdî, nûkirina qanûna hilbijartinan a Iraqê û aloziya penaberan mijarên hefteya derbasbûyî ya rojnameyên erebî bûn.

′SÛRIYE PIŞTÎ ÎRANÊ: EREBISTANA SIÛDÎ "SIFIR QUTKIRINA TÊKILIYAN" QEBÛL DIKE′

Rojnameya El Ereb li ser têkiliyên Erebistana Siûdî û Sûriyeyê wiha nivîsand: "Piştî nêzîkbûna bi Îranê re Erebistana Siûdî hewl da têkiliyên xwe bi Sûriyeyê re pêk bîne. Ew ji bo Riyadê derfetek e ku projeyên xwe yên stratejîk ên mezin pêk bîne.

3 çavkaniyan got Sûriye û Siûdî li ser ji nû ve vekirina balyozxaneyên xwe, piştî qutkirina têkiliyên dîplomatîk ên zêdetirî 10 salan, li hev kir. Ew yek gaveke mezin a hewldanên vegera Şamê li cîhana Ereban e.

Ji bo Erebistana Siûdî, rakirina nakokiyan nayê wateya pêkanîna têkiliyan, lê belê dihêle ku li gorî guhartinên siyasî yên cîhanî û herêmî xwe ferz bike. Her wiha nêzîkbûna bi Îranê re dewama nakokiyên bi Yemenê re asteng nake. Hûsiyan êrişî Meerebê kir û bi wê re diyar kir ku ew dûrî agirbesta Siûdî-Îranê ne.

Ruxmî hewla jinûve vegerandina têkiliyan bi Şamê re, lê çavdêran da zanîn ku ew yek xalên nakok bi yek carê ranakin.

Çavkaniyeke alîgirê Şamê diyar kir ku têkiliyên di navbera Riyad û Şamê de, piştî lihevkirina li ser vegerandina têkiliyên di navbera Siûdî û Îranê de, lezeke mezin wergirt.ʹʹ

‎’PARLAMENTERÊN SERBIXWE YÊN IRAQÊ HEWL DIDIN QANÛNA SAINT ‎LEGO DERBAS BIKIN’

Rojnameya El Ereb li ser rewşa Iraqê wiha nivîsand: "Parlamenterên serbixwe yên Iraqê ‎biryar da ku gavên xwe yên dijberî qanûna guhartina hilbijartinên meclisên parêzgehan bi ‎xwespartina li dadgeha federal, zêde bikin. Li kêleka wê jî piranî parlamenter hewl didin bêyî ‎berçavgirtina îtîrazên li ser guhartina qanûnê, qanûnê derbas bikin.‎

Hewextî wê çalakgerên iraqî bang kir ku li paytexta Iraqê Bexdayê û bajarên li naverasta welat ‎û başûrê wê, xwepêşandanan li dar bixin. Ew yek wek bersivdana li ser derbaskirina ‎parlamentoyê ya derbaskirina projeya qanûnê ye û tê payîn dengdayîna li ser bendên wê ‎yên mayî di şemiyê de werin temamkirin.‎

Çavdêran da zanîn ku xwespartina blokên sivîl û serbixwe li Dadgeha Federal ku desthilata ‎dozgeriyê ya li welat a herî bilind e, gaveke ji bo zexta li dijî hêzên mezin e da ku li ‎xwestekên wan guhdar bikin.‎

Roja çarşemê parlamenterê serbixwe Amir El Memûrî daxwaznameyek der barê ‎nedestûrîbûna lidarxistina rûniştina dawîn a dengdana li ser sêyemîn guhertina qanûna ‎hilbijartinên parêzgehan de pêşkêşî Dadgeha Federal kir."‎

‘LI BERAVÊN TÛNISÊ BI DEHAN PENABERAN JIYANA XWE JI DEST DA Û BIRÎNDAR BÛN’

Rojnameya El Itîhad a Îmaratê jî der barê aloziya penaberan de nivîsî: “Berpirsekî rêxistineke tûnisî ya têkildarî mafan, diyar kir ku li beravên Tûnisê dema ku penaberên ji Afrîkayê hewl daye derbasî Îtalyayê bibin, keştiya wan noqî avê bûye, herî kêm 5 penaberan jiyana xwe ji dest daye, 28 jî winda ne.

Li gorî daneyên nefermî yên NY`yê, 12 hezar penaberên ku ji destpêka salê de heta niha gihaştine Îtalyayê, ji Tûnisê ne.”