Danûstandinên hikumeta Efganistanê û Talîban bê encam bi dawî bû

Gera herî dawî ya danûstandinên di navbera hikumeta Efganistanê û Tevgera Talîban de li Dewhayê bi dawî bû, bêyî ku pêşveçûnek berçav were bidestxistin.

Danûstandinên hikumeta Efganistanê û Talîban bê encam bi dawî bû
19 tîrmeh, 2021   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê, gera herî dawî ya danûstandinên di navbera hikumeta efganistanê û Tevgera Talîban de li Dewhayê bêyî pêşveçûnek berçav, bi dawî bû. Tevî ku serokê Tevgera Talîban ragihand ku ew piştgirî dide çareseriya siyasî ya aloziyê.

Danûstandinên di navbera nûnerên hikumeta Efganistanê û Tevgera Talîban de, roja Şemiyê li Qeter dest pê kir.

Piştî ku da û tandin bidawî bûn, Qeterê ragihand ku her du alî lihev kirine ku pêşî li kuştina sivîlan bigirin, bê ku behsa agirbestê bike.

Li Efganistanê piştî vekişîna hêzên Amerîkayê, şerekî giran rû dide. Tevgera Talîban gelek herêmên Efganistanê xistin bin serweriya xwe de.

(dx)