​​​​​​​Şêniyên Girkê Legê:Wê artêşa Tirk wekî Garê li Zap û Avaşînê jî têk biçe

Şêniyên navçeya Girkê Legê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got, dewleta Tirk çawa li Garê bi bin ket dê li Zap û Avaşînê jî bi bin bikeve.

​​​​​​​Şêniyên Girkê Legê:Wê artêşa Tirk wekî Garê li Zap û Avaşînê jî têk biçe
25 nîsan, 2021   23:42
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ

Şêniyên navçeya Girkê Legê êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/04/25/202022_-_1.jpg

Şêniyê bi navê Yûsif Remedan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got: "Êrişên Tirkiye hemwextî êrişên dewleta Sûriyê yên li dijî Qamişloyê pêk hat ku bi hev re li dijî gelan planan datînin. Dewleta Tirk  piştî binketina xwe ya li Garê û Şengalê dê di planên xwe de bi ser nekeve."

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/04/25/202042_-.jpg

Şêniyê bi navê Xalid Osman jî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Avaşîn û Zapê şermezar kirin û ev xal li gotina xwe zêde kirin: "Dewleta Tirk dema ku di êrişên xwe yên li dijî herêmekê de bi bin dikeve, dixwaze bi rêya êrişeke din hêza xwe isbat bike, lê ew ê bi ser nekeve, ji ber ku baweriya me bi hêzên me yên gerîla heye, gelê Kurd dê derfetê nede faşîzma Tirk ku planên xwe bi ser bixe û em ê ji hêzên gerîla re piştevan bin. Dewleta Tirk dixwaze gelan bike koleyên xwe, lê em ê rê nedin ku planên xwe pêk bîne."

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/04/25/202111_-.jpg

Mihemed Salih jî diyar kir ku dewleta Tirk îdîaya îslamê dike, lê di meha Remezanê de êriş dike, îslam jê bêrî ye û got: "Em ê parastina herêm, erd, maf, rûmet  û zimanê xwe bikin. Em Ereb û Kurd û hemû pêkhate dê li hemberî êrişên Tirkiyê li ber xwe bidin."

(eh)

ANHA