Li Efganistanê rêzeteqîn pêk hatin

Li rojhilat û başûrê Efganistanê, di encama teqînên cuda de 4 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin û hin endamên din jî birîndar bûn.

Li Efganistanê rêzeteqîn pêk hatin
13 sibat, 2021   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê polîsên parêzgeha Qendehar got di encama hedefgirtina bi erebeyeke bombebarkirî a li dijî navenda polîsan, 7 polîs birîndar bûne.

Li gorî berdevkê polîsan, li herêma Çapadara ya li rojhilata herêma Kunar di encama teqînekê de, 4 polîs hatine kuştin.

Li aliyekî din, li paytexta Celalabad di encama teqîna bombeyekê de, 3 sivîl birîndar bûn.

Her wiha Wezareta Parastinê ya Efganistanê diyar kir ku duh di operasyonekê de li herêma Arxandab a Qendeharê  18 endamên Talîbanê hatine kuştin û 9 kesên din jî birîndar bûne.

(dx)