Rojnameyên erebî: DYA wê nehêle Îran bibe xwedî çekên nuklerî

Rojnameyên erebî îro gelek mijarên nirxandin jê dosyaya Îranê, tevgerên Brîtanyayê li Kendavê û karûbarên Sûdanê.

Rojnameyên erebî: DYA wê nehêle Îran bibe xwedî çekên nuklerî
13 sibat, 2021   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

DYA NAHÊLE ÎRAN BIBE XWEDÎ ÇEKÊN NUKLERÎ

Destpêkê ji dosyaya Îranê, rojnameya El-Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Rêveberiya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden qebûl nake ku Îran xwe ji aliyê nuklerî ve xurt bike. Di heman demê de destpêkirina lihevkirina nuklerî ragihand ku ew dika gihaştina lihevkirinên din e ji bo çareserkirina “tevgera kirêt” a Tehranê.

Di demeke ku Brîtanya, Fransa û Almanyayê jî duh înê helwesteke hevbeş der barê Îranê de da ku derfeta pêkanîna lihevkirina 2015`an a têkildarî bernameya wê ya nuklerî winda dike, Amerîka jî helwesta xwe eşkere kir.

Her 3 dewletan di dauxyaniya xwe ya hevbeş de wiha gotin: “Îran bi binpêkirina lihevkirinê, derfeta vegera dîplomatiyê ji bo pêkanîna armancên plana giştî ya hevbeş sînordar dike.”

BRÎTANYA DERBASÎ XETA NAKOKIYÊN LI KENDAVÊ DIBE

Girêdayî mijara ku Brîtanya piştî Brexit berê xwe daye Kendava Erebî rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Nivîsgeha serokwezîrên Brîtanyayê Boris Johnson duh got wî Edward Lister wekî nûnerekî taybet ê nû ji herêma Kendavê re erkdar kiriye. Ji vê gavê diyar dibe ku Brîtanya, xwe ji bo pêvajoyeke dijwar re amade dike, piştî ku ji Yekitiya Ewropayê (YE) derket. 

Johnson got: “Kendav ji aliyên aborî û jeosiyasî ve gelek girîng e. Ez kêfxweş im ku lord Edward Lister bişînim ji bo ku bi şirîkên me yên li wir e kar bike.”

Çavdêrên rewşa herêmê diyar kirin ku Brîtanya, dixwaze di dosyayên Kendavê de li rex DYA`ê bibe aliyeke sereke. Sûdê ji hawîrdora nakokiyan a li herêmê bigire bi taybet dosyayên Yemen û Îranê da ku hebûna xwe li herêmê bisepîne û berjewendiyên xwe biparêze.”

SÛDAN… HEWLDANÊN HIKUMETA DEMKÎ JI BO BISERXISTINA PÊVAJOYA HEYÎ

Der barê rewşa Sûdanê de rojnameya El-Beyan behsa hikumeta demkî ya nû kir û got: “Hikumeta nû piştî ku endamên wê bi awayekî fermî dest bi kar kirin, hewl dide li gorî bernameyeke siyasî û nêrîneke aborî ya diyar, hevsengiyekê û koordîneyekê di navbera pêkhateyên wê de çêke. Hemû aliyên Sûdanê vê yekê hêvî dikin, nexasim piştî nakokiyên ku beriya avakirina hikumeta nû rû dan.

(şx)