Senatoya Fransayê bang li hikumetê kir ku îtîrafê bi serxwebûna Qerebaxê bike

Senatoya Fransayê bang li hikumetê kir ku îtîrafê bi serxwebûna Komara Qerebaxê bike û êrişên dewleta Tirk û Azerbêcanê yên li ser Qerebaxê şermezar kirin.

Senatoya Fransayê bang li hikumetê kir ku îtîrafê bi serxwebûna Qerebaxê bike
26 mijdar, 2020   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê, senatoya Fransayê bang li hikumetê kir ku îtîrafê bi serxwebûna Komara Qerebaxê bike. Li Qerebaxê gelek ermenî hene û di encama şerê dawîn de Bakûyê li herêmê destkeftiyên leşkerî bi dest xistin.

305 endamên senatoyê ev biryar erê kir, endamekî red kir û 30 endamên din jî dengên xwe nedan.

Di biryarê de senatoya Fransayê êrişên Azerbêcanê ku bi desteka dewleta Tirk û çeteyên biyanî pêk tîne, şermezar kirin û banga vekişandina hêzên Azerbêcanê ji Qerebaxê kir.

Li gorî biryarê divê hikumeta Fransayê bi rêya hêzên navneteweyî parastina sivîlan bike û alîkariya mirovahî bigihîne her kesî.

Her wiha senatoyê bang li hikumeta Fransayê kir ku têkildarî sûcên şer ên li Qerebaxê pêk hatine, lêpirsîneke navneteweyî veke û rola Tirkiyê di şerê li Qerebaxê de eşkere bike.

(eh)