Hollandayê ji YE’yê xwest ‘Tevgera Bozkurt’ li tevahiya Ewropayê bê qedexekirin

Li Hollandayê partiyên desthilat û opozisyonê daxwaz kir ku ‘Tevgera Bozkurt’ a nijadperestên Tirk li nav tixûbên Yekitiya Ewropayê bê qedexekirin û sepandin li ser bê kirin. Der barê mijarê de pêşniyarnameyek hate amadekirin û tê de hate gotin ku tevgera Bozkurt a tirkan ‘di navbera pêkhateyan de fitne û dubendiyê peyda dike.’ 

Hollandayê ji YE’yê xwest ‘Tevgera Bozkurt’ li tevahiya Ewropayê bê qedexekirin
20 mijdar, 2020   17:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî Fransa û Almanyayê Hollandayê jî xwest ku kar û barên Ocaxên Ulku ya bi ser faşîstên Tirk li seranserê Yekitiya Ewropayê bê qedexekirin. Hate xwestin ku sepanên cezayî li ser Rêxistina bi navê ‘Bozkurt’ ya bin banê Ocaxên Ulku ya bi ser MHP’ya faşist bên sepandin.   

Ev pêşnûme ji aliyê partiyên desthilat û opozisyonê ve bi hevkarî hate amadekirin û ji bo parlamentoya welat hate pêşkêşkirin, piştî venêrtina hikûmetê dê dîsa bo dengdanê bê pêşkêşkirin. Pêşnûme ji aliyê sê partiyên hevpeymanê desthilatê û Partiya Sosyalîst (PS) ya di opozisyonê de pêşkêşî dengdanê hate kirin û li Meclisa Nûneran a 150 endam bi dengên 147

Piştî ku Fransayê ev tevgera nijadperest a bi navê ‘Bozkurt’ qedexe kir, Serokwezîr Mark Rutte û Serokê Partiya Azadî û Demokrasî Ji Bo Gel (VVD) û parlamenter Bente Becker, daxwaz ji palamentoya Hollandayê kir ku biryareke mîna wê li vir jî bê girtin. Ev pêşnûmeya partiya desthilatê ji aliyê partiya Xirîstiyanên Demokrat (CDA) û Demokrat 66 (D66) û Partiya Sosyalîst a di muxalefetê de piştgirî lê hate kirin. 

Her çar partiyan di pêşnûmeya xwe de îşaret pê kirin ku tevgera ‘Bozkurt’ a bin banê Ocaxên Ulku ya faşist, bi salan e li Hollandayê xebatên xwe dimeşîne, ev tevger rastgira radîkal e û nijadperest e. Hate gotin ku tevgerên vê bizavê rageşiyê di civaka Holandî de çêdike lewra jî hate xwestin ku bizavên vê tevgerê li seranserê Ewropayê bêne rawestandin. 

(od)