NY: Binpêkirinên li bakurê Sûriyê digihêjin asta sûcên şer

Komseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY'yê fikarên xwe ji ber raporên li ser binpêkirinên li herêmên bakurê Sûriyê yên çeteyên Tirkiyê dagir kirine anî ziman û got, ev binpêkirin digihêjin asta sûcên şer.

NY: Binpêkirinên li bakurê Sûriyê digihêjin asta sûcên şer
20 mijdar, 2020   16:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka fermî yê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Ravina Shamdasani, di civîneke çapemeniyê de ku îro pêk anîbû got, raporên bi fikar li ser bûyerên revandina sivîlan, di nav de karmendên mirovî ji herêmên di bin serweriya çeteyên "Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) ketine ber destê wan.

Shamdasani, destnîşan kir ku komseriyê agahiyên "Pir bi fikar" derbarê bûyerên bidarvekirina girtiyan piştî "Dadgehkirina" ku komên çete bi rêxistin dikin, wergirtine.

Berdevka fermî yê Komîseriya Bilind a NY'yê got ku agahî li ber destê komiseriyê hene ku çeteyên "Tehrîr El-Şam'' gelek girtiyan, di nav de QSD û hêzên hikumeta Şamê jî heyî bi tewana "Kufir, zina, dizî û kuştin" bi dar ve kirin. Her wiha destnîşan kir ku di qanûna mirovî ya navneteweyî de cezayên darvekirinê bêyî biryara dadgehê ya pêşîn qedexe ye û got, darvekirinên ku bêyî van şertan têne pêkanîn digihêjin asta şer.