Ermenistan: Tirkiyê hewl dide qirkirina etnîkî li dijî ermenên li Qerebaxê pêk bîne

Serokê Ermenistanê Armen Sarkissian got, destwerdana Tirkiyê qeyrana bi Azerbaycan aloztir kir û da zanîn ku Tirkiyê hewl dide ku operasyonên qirkirina etnîkî li dijî ermenên li Qerebaxê pêk bîne.

Ermenistan: Tirkiyê hewl dide qirkirina etnîkî li dijî ermenên li Qerebaxê pêk bîne
5 cotmeh, 2020   19:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Sarkissian di hevpeyvînekê de digel "Sky News Arabia", got ku Azerbaycan "li wir şer da destpêkirin" û got, "Bi tundiyê alozî çareser nabe.. Çareseriyek leşkerî ji krîza Qerebax re tune."

Her wiha diyar kir ku şer ji ber destwerdana aliyê sêyemîn bi girêktir bû û wiha domand: " Enqere bi hezaran çete ji bo piştgiriyê şandine Azerbaycanê, piraniya wan terorîstên tundraw in..Ev ne tenê Ermen bi hers dike, di heman demê de gelek dewletên herêmî mîna Rûsya û civaka navneteweyî bi hêrs dike."

Sarkissian got: "Tirkiyê mîna çawa berê kiriye, hewl dide operasyonên qirkirina etnîkî li dijî ermenên li Qerebaxê pêk bîne..Em Sûriyeke din li herêmê naxwazin ku hemû destwerdanê bikin."