Artêşa Îsraîlê li Difa El-Xerbiyê filistîniyek qetil kir

Artêşa Îsraîlê îşev ciwanekî filistînî li rojhilatê bajarê tolkerem ê bakurê Difa El-Xerbiyê bi idîaya ku wî şûşeya molotofê avêtiye nuqteya girêdayî artêşê, qetil kir. Li aliyekî din jî ji aliyê moşek ber bi avahiyên niştecihên nêzî Xezayê hatin avêtin.

Artêşa Îsraîlê li Difa El-Xerbiyê filistîniyek qetil kir
5 cotmeh, 2020   18:54
XEZA

Artêşa Îsraîlê ciwanekî filistînî bi navê Semîr Ehmed Himêdî li rojhilatê bajarê Tolkerem ê bakurê Difa El-Xerbiyê, qetil kir.

Artêşê daxuyand ku wê gule avêt 3 ciwanên ku molotof avêtine nuqteyên girêdayî hêzên artêşê.

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê ragihand ku di encama guleavêtinê  de ciwanek hat qetilkirin. Du ciwanên din jî ji wî cihî revîn û çarenûsa wan nayê zanîn.

Girêdayî mijarê çavkaniyên ji Xezayê da zanîn ku îşev moşek ji Xezayê ber bi avahiyên niştecihî yên Îsraîlê yên bi ser herêmên başûrê Xezayê ve hatin avêtin.

Li ser zimanê çapemeniyê Îsraîlê jî çavkaniyan diyar kir ku îşev dengê fûtiya hişyariyê li tevahî herêma derdora Xezayê hate bihîstin.

Fermandariya Eniya Hundirîn a artêşa Îsraîlê bi bîr xist ku dengê fûtên hişyariyê li Kibbutz "Kerem Shalom" ya li başûrê Xezayê belav bû.

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê got, moşek li cihekî vekirî ku tê de avahî tune ne ketiye û tu birîndarî çênebûne.

Çavkaniyan destnîşan kir ku komên Filistînê yên li Xezayê tu berpirsiyariyê avêtina moşekan ranegihandine, tê payîn ku artêş nuqteyên koman topbaran bike.

Çavdêrên îsraîlî texmîn kir ku avêtina moşekê girêdayî ciwanê filistînî yê ku îşev li Difa El-Xerbiyê hatiye qetilkirin.

(fr)