`Têkiliyên Yekitiya Ewropayê û dewleta Tirk di qonaxeke çarenûsî re derbas dibin`

Koordînatorê Karên Derve yê Ewropayê Josep Borrell diyar kir ku têkiliyên Yekitiya Ewropayê bi Enqereyê re di qonaxeke çarenûsî re derbas dibin.

`Têkiliyên Yekitiya Ewropayê û dewleta Tirk di qonaxeke çarenûsî re derbas dibin`
15 îlon, 2020   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Reutersê, dîplomatekî payebilind ê Yekitiya Ewrûpayê ragihand ku têkiliyên dewletên Ewropayê bi Tirkiyê re di xaleke guhartinê re derbas dibe û bang li Enqereyê kir ku ji rageşiya rojhilatê Deryaya Spî paşde vegere û pabendî mafên mirovan li Tirkiyê be.

Her wiha Josep Borrell destnîşan kir ku têkiliyên bi dewleta Tirk re di kêliyên çarenûsî yên dîrokî re derbas dibin û li gorî tiştên ku di rojên pêşde pêk werin dê helwesta xwe diyar bikin.

Tê payîn ku lîderên Yekitiya Ewropayê ji bo nîqaşkirina rewşa dewleta Tirk li rojhilatê Deryaya Spî hefteya bê bicivin.

(oh)