1.6 milyon Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe û hîn jî navê xwe ji bo vegerê qeyd dikin

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji dema hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyeyê di dawiya sala 2014'an de, nêzîkî 1.6 milyon penaberên Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe.

1.6 milyon Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe û hîn jî navê xwe ji bo vegerê qeyd dikin
2 gulan, 2026   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya "Welt am Sonntag", ku biryar e sibê, Yekşemê, were weşandin, li gorî daneyên Komîserê Bilind ê Penaberan ê NY, ragihand ku heta 16'ê Nîsana 2026'an, 634 hezar Sûrî ji Tirkiyeyê, 621 hezar ji Lubnanê û 284 hezar ji Urdunê vegeriyane welatê xwe Sûriyê.

Li gorî raporê, Almanya di daneyên Komîsyonê de bi awayekî cuda nehatiye navnîşkirin, lê di kategoriya "welatên din" de ye ku tê de nêzîkî 6 hezar û 100 kesên vegeriyayî hene.

Li gorî daneyên Ofîsa Federal a Alman ji bo Koçberî û Penaberan ku di Sibata borî de hatine weşandin, tenê di sala borî de 3 hezar û 678 penaberên Sûrî bi dilxwazî ​​​​ji Almanya vegeriyane welatê xwe.

Niha jî zêdetirî 900 hezar Sûriyeyî li Almanya dijîn.

(ac)

ANHA