16 bikarhêner û belavkarên madeyên hişbir hatin girtin

16 belavkar û bikarhênerên madeyên hişbir li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hatin girtin.

16 bikarhêner û belavkarên madeyên hişbir hatin girtin
19 cotmeh, 2024   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hate gotin: "Hêzên li dijî Hişbirê, li taxa Şêxmeqsûd a Helebê 16 bikarhêner û belavkarên madeyên hişbir destgîr kirin û miqdareke madeyên hişbir desteser kirin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin belavkar û bikarhînerên madeyên hişbir di lêpirsînê de li xwe mikur hatin ku madeyên hişbir bi kar dianîn û li taxê belav dikir.

Hate destnîşankirin ku piştî lêpirsînê 16 kes sewqî dozgeriyê hatin kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li welatiyan hate kirin ku eger tevgerên biguman bibînin li vê hejmarê bigerin; 0995966682.

(bb)