15`ê Tebaxê li Lubnanê hate pîrozkirin

Kurdistaniyên li Lubnanê û dostên wan salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Haziran got divê armancên şehîdan bên bidestxistin ku di oxira wê de, canê xwe feda kirin.

15`ê Tebaxê li Lubnanê hate pîrozkirin
17 tebax, 2025   23:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star a Lubnanê ji bo pîrozkirina Pêngava 15’ê Tebaxê bi beşdariya sedan kurdistanî û dostên wan şahiyek hunerî li dar xist.

Berpirsa Komîteya Têkiliyên Derve û Hevpeymaniyên Demokratîk a Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  Emîna Osê, axivî û bal kişand ser encamên pêngava 15’ê Tebaxê, şehîd Egîd, Nûreddîn Sûfî, Koçero Urfa û Bextiyar Gabar bi bîr anî û soza xwe ya ji bo pêkanîna xwestek û armancên wan, nû kir.

Endama Meclisa PYD’ê ya Lubnanê Azerî Efrîn jî li ser pêşketinên dawîn ên siyasî li Sûriye û Rojava axivî û destnîşan kir ku pêwîst e ew bi baldarî werin şopandin da ku piştgirî bidin gelên herêmê û doza wan.

Di şahiyê de peyamên pîrozkirinê yên dostên gelê Kurd ên li Lubnanê ve hatin xwendin.

Piştî axaftin çalakiyên hunerî dest pê kir, koma Welatên Rojê stranên şoreşgerî pêşkêş kirin. Koma Şehîd Rojînda jî govendên folklora kurdî û koma Aştî jî şanoyeke kurt pêşandan.

Haziran li ber stranên hunermend Mihemed Bilko û Nisrîn Botan çoşiya.

(ac-şx)

ANHA